[go: up one dir, main page]

Here naverokê

bihar

Ji Wîkîferhengê
Guhartoya 14:33, 15 çiriya paşîn 2024 ya ji aliyê Balyozxane (gotûbêj | beşdarî) (TS: sererastkirin) ve
(cudahî) ← Guhartoya kevintir | Guhartoya niha (cudahî) | Guhartoya nûtir → (cudahî)

Bilêvkirin

[biguhêre]
[biguhêre]
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî bihar bihar
Îzafe bihara biharên
Çemandî biharê biharan
Nîşandera çemandî biharê wan biharan
Bangkirin biharê biharino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî biharek biharin
Îzafe bihareke biharine
Çemandî biharekê biharinan
bihar

bihar

  1. demsala piştî zivistanê û berî havînê, demsala ku seqa germ dibe, demsala ji adarê û nîsanê û gulanê pêk tê
    bihar, havîn, payiz û zivistan
    biharê, wê biharê
    biharan, her biharê
    bihara bê, bihara were
    bihara borî, bihara çûyî
    par biharê
    • Çû nêv-i baxê gul'izar
      Ew buxçeya her lê bihar
      Lew bilbilan lê qal û şer.
       — (Melayê CizîrîDîwana Melayê Cizirî~1640)
    • Dermanê jara tu yî
      Heyva li çarda tu yî
      Sêva li dara tu yî
      Gula bihara tu yî
      Tîjî nûbara tu yî
      Xutba l’mihdara tu yî.
       — (Feqiyê Teyran)
    • Bihar e, êdî bihar e, Roza!
      Gupik bi gupik in, gulî li darê.
      Balinde di çerxa dîlanê de,
      Serxweş in bi evîna biharê.
       — (Rojen Barnas)

Bi alfabeyên din

[biguhêre]

Herwiha

[biguhêre]

Bide ber

[biguhêre]
Demên salê
bihar havîn payiz zivistan

Etîmolojî

[biguhêre]

Herwiha buhar, hevreha soranî به‌هار(behar), belûçî û farisî بهار(behar), goranî/hewramî wehar, farisiya navîn wehar, avestayî 𐬬𐬀𐬢𐬵𐬀𐬭‎ (vaŋhar)... sanskrîtî वसर् (vasar) (vásar) û वसन्त (vasantá), hindî वसंत (vasant) û बसंत (basant)... latviyayî vasara (havîn), lîtwanî vãsara, rûsî/ukraynî весна́ (vêsná), çekî/slovakî vesna... danmarkî/norwecî/swêdî vår... latînî vēr, romanî vară, portugalî verão, spanî verano, (prima)vera, îtalî (prima)vera, fransî (prime)vère... yûnanî έαρ (éar), ermenî գարուն (garun) (garun)... hemû ji proto-hindûewropî *wósr̥.

Peyv ji zimanên îranî ketiye gelek zimanên tirkîkî: azerî bahar, oyxurî باھار(bahar), ozbekî bahor, tirkî bahar, (ilk)bahar, (son)bahar, tirkmenî bahar.

Çavkanî:
  • Chyet, Michael L. (2003): Kurdish-English Dictionary, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press.
  • Horák, Robin (2015): Sémantická motivace názvů ročních období v indoevropských jazycích [Wateya navên demsalan bi zimanên hindûewropî] (bi zimanê çekî)
  • Kroonen, Guus (2013): Etymological Dictionary of Proto-Germanic.
  • Mallory, J. P.; Adams, D. Q., editors (1997): Encyclopedia of Indo-European culture [Zanistnameya Çandeya Kultûra Hindûewropî], London, Chicago: Fitzroy Dearborn Publishers.
  • Nişanyan, Sevan: Çağdaş Türkçenin Etimolojisi [Etîmolojiya Tirkiya Niha] (bi tirkî)
  • The Tower of Babel - An Etymological Database Project [Birca Babilê - Projeyeke Danegeha Etîmolojî] (bi îngilîzî û rusî): http://starling.rinet.ru/
  • Tsabolov, R. L.Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî ["Цаболов, Р. Л.: Эмцмолоƨцческцц̆ словарь курδскоƨо языка"], Moskova, 2001-2010
  • De Vaan, Michiel (2008): Etymological Dictionary of Latin and the other Italic Languages.

Bi zaravayên din

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]