Iraq
الجمهورية العراقية
كۆماری عێراق | |||||
Komara Iraqê | |||||
| |||||
Gotina netewî: Allahu Akbar | |||||
Sirûda netewî: Mawtini [1] | |||||
Zimanên fermî | Erebî, kurdî [2]
| ||||
Paytext | Bexda [3] 33°20′Bk 44°26′Rh / 33.333°Bk 44.433°Rh | ||||
Bajarê mezin | Bexda | ||||
Sîstema siyasî | Komar | ||||
- Serkomar - Serekwezîr |
Berhem Salih Mustafa Al-Kadhimi | ||||
Rûerd - Giştî - Av (%) |
438.317 km2 1,1 | ||||
Gelhe - Giştî (2016) - Berbelavî |
38.146.025 kes 71,5 kes/km2 | ||||
Serxwebûn | - 1 çiriya pêşîn 1919, ji Împeratoriya Osmanî. - 3 çiriya pêşîn 1932, ji Brîtanyayê. | ||||
Dirav | Dînarê îraqî | ||||
Dem | UTC+3 | ||||
Nîşana înternetê | .iq | ||||
Koda telefonê | 964 | ||||
Tu dikarî vê gotarê ji gotarên wekhev ên Wîkîpediyayên erebî, urdûyî û îngilîzî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Iraq an jî Îraq[4] (bi soranî: Êraq; bi erebî: العراق al-‘Irāq) an jî Komara Iraqê (bi erebî: الجمهورية العراقية, al-Jumhūrīyat al-‘Irāqīya) navê dewleteke federal a Rojhilata Navîn e. Başûrê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê di nav sinorên Iraqê de ye.
Dîrok
Desthilata Osmaniyan
- Gotara bingehîn: Împeratoriya Osmanî
Di şerê cîhanî yê yekem de
Piştî encamdana Şerê Cîhanî yê Yekem, di navbera Împeratoriya Osmanî û dewletên Ewropî de Peymana Versailles hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê peymanê Osmanî dê serxwebûna dewletên ereb bi şerta mandatiya Fransa û Brîtanya dê qebûl bike. Jixwe Emîr Faysal 23 tebaxa 1920ê de wek keyê Iraqê hate hilbijartin. Li sala 1922yê de di Cemiyeta Netewan de ev mafên van dewletan hatin pejirandin. Bi dûçûna vê rêkeftinê Îraq û Filistîn dê di bin berpirsiyariya Brîtanyayê de, Libnan û Sûrî jî dê di bin berpirsiyariya Fransayê de be. Lê gelên herêmê ev rewş qebûl nekir.
Kurê Şerîfê Mekeyê Huseyîn; Emîr Faysal li dijî Fransayê serhildanek da destpêkirin ku Sûriyê bike di bin desthilata xwe de lê ev serhildan hate vemirandin. Piştî têkçûnê Faysal tê Iraqê. Iraq di bin hikûmraniya Brîtanî de bû û baregehên Brîtanî ji aliyê mesihiyên Sûryanî ve dihatin parastin[5]. Her wiha Brîtanî xwest ku Iraq ji layê Emîr Faysal ve bê rêvebirin. Gelek efserên iraqî jî sunî bûn û di bin perwerdehiya Jontirkan de bûn. Dîroknasê kurd Nejat Abdulla dibêje;
“ | Rêvebirina dewleta navendî ya Iraqê Ingilîz, ji layê çandî ve Jon Tirk û di pratîkê de jî jakoben bûn | ” |
Li vê derê di bin mandateriya îngîlîzan de ji çiriya pêşîn a 1922yê heta 1933yê keyaniya Iraqê dike û dewletê bi rê ve dibe.
Mandateriya Iraqê (23 tebax 1921 - 3 çiriya pêşîn 1932)
- Gotara bingehîn: Mandateriya Iraqê
Keyaniya Iraqê (3 çiriya pêşîn 1932 - 14 tîrmeh 1958)
- Gotara bingehîn: Keyaniya Iraqê
Komara Iraqê (14 tîrmeh 1958 - 17 tîrmeh 1968)
- Gotara bingehîn: Komara Iraqê
Komara Iraqa Bees (17 tîrmeh 1968 - 9 nîsan 2003)
- Gotara bingehîn: Komara Iraqa Bees
Komara Iraqa Federal (9 nîsan 2003 - heta îro)
Ji bo Iraqa Federal 8ê adara 2004ê Makezagona Demkî ya Rêvebirinê hate îlamkirin. 8ê hezîrana 2004ê jî Neteweyên Yekbûyî ev makezagon pejirand.
Siyaset û rêvebirin
- Têkiliyên Başûrê Kurdistanê û Îraqê
- Têkiliyên Îran û Iraqê
- Têkiliyên Tirkiyeyê û Iraqê
- Têkiliyên Kurd û Brîtanî
Parêzgehên Iraqê
Parêzgehên Iraqê
|
|
Parêzgehên kurdnişîn
- Parêzgeha Bexda (بغداد)
- Parêzgeha Selahedîn (صلاحالدین)
- Parêzgeha Diyala (دیاله)
- Parêzgeha Wasit (واسط)
- Parêzgeha Helebceyê
- Parêzgeha Nînewayê نینوا
- Parêzgeha Dihokê دهوك
- Parêzgeha Hewlêrê ههولێر (bi erebî: Erbîl) أربیل
- Parêzgeha Kerkûkê کرکوک
- Parêzgeha Silêmaniyê
Ziman
Erebî (bi erebî: اللغة العربية al-luġatu al-ʿarabiyya) zimanê erebî ji Malbata zimanê Hamî−Samî ji baskê Samî ye.Qurana Pîroz bi zimanê erebî ye. Alfebeya erebî ji 28 tîpan pêk tê. Ew li welatên mîna Maroko, Cezayir, Tûnis, Misir, Surî, Îraq, Erebistana Siyûdî û din tê gotin. Di heman demê de, di van welatan de zimanê yekem fermî ye.
Zimanê kurdî, zimanekê ji şaxa zimanên îranîyê bakûr rojavayê malbata zimanên hind û ewropî ye. Piraniya gelê li Kurdistanê bi vî zimanî diaxivin û zimanê sereke yê kurdan e.
Dîn
97% ji akinciyên Iraqî misilman in; 60% - 65% şiî û 35% - 37% sunî ne. 3% jî mesihî û êzdî ne. [6]
Têkildar
- Şerê Iraqê
- Şerê Îran û Iraqê
- Konseya Bilinda Îslamî ya Îraqê
- Hereketa Nuceba
- Ketîbeyên Îraqê yên Hîzbullahê
- Heşda Şebî
- Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê
Çavkanî
- ^ Sirûda neteweyî ya kurdan Ey Reqîb e
- ^ Zimanê fermî li Kurdistanê kurdî ye wek asûrî, turkmenî û ermenî
- ^ Serbajarê Başûrê Kurdistanê Hewlêr e
- ^ Rojnameya Evro, Dihok; rojnameya War, Dihok.
- ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta-2008, r:145
- ^ [www.cia.gov/library/publications/the-world-factbook/fields/2122.html]
Girêdanên derve
Li Wikimedia Commons medyayên di warê Iraq de hene
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |