[go: up one dir, main page]

Bilêvkirin

Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ferheng ferheng
Îzafe ferhenga ferhengên
Çemandî ferhengê ferhengan
Nîşandera çemandî ferhengê wan ferhengan
Bangkirin ferhengê ferhengino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî ferhengek ferhengin
Îzafe ferhengeke ferhengine
Çemandî ferhengekê ferhenginan

ferheng

  1. Weşana ku peyv tê de hatine rêzkirin û şirovekirin.
    Hevmane: bêjename, peyvname, qamûs, pirtûka bêjeyan, biwêjname
    Ferhenga kurdî - kurdî; ferhengek kurdî - tirkî; ferhengên îngilîzî - kurdî.
    Ferhenga biwêjan; ferhenga gotinên pêşiyan; ferhenga peyvên zanistî.
    • Birûsk Dogan hevalekî min bû. Ew ne tenê heval lê destbirakê min bû ku berî 2-3 salan çû ber dilovaniya xwedê. Ew hîna gelekî cihêl bû, ew 47 salî bû. Min xwest ku bîranîna ebedî ya wî destbirakê xwe bikim û wiha min biryar da ku navê wî li ferhengê bikim û wiha navê ferhenga min bû ferhenga Birûskî. — (Zarokên xwe hînî kurdî bikin [arşîv], Xwebûn09.03.2020)
  2. Çande, kultûr, tore, irf, edet, banek.
    Ferhenga Rojhilata Navîn

Bi alfabeyên din

Herwiha

Etîmolojî

Hevreha soranî فه‌رهه‌نگ(ferheng), ji farisî فرهنگ(ferheng), ji فرهیختن(ferhîxten, fêr kirin) ji farisiya navîn [Peyv?] (frehîxten); ew bixwe ji partî [skrîpt hewce ye] (frehenc-, fêr kirin). Hevreha aheng, sengandin, zazakî antene, hênciqandin, soranî هەڵهێنجاندن(hellhêncandin, avê hilkişandin). Dibe ku fêr kirin jî ji an ji tesîra wê bibe. Bide ber rahênan (hîn kirin, talîm kirin) ji ra- (pêş, *fre-) + hênan, ku dibe ew hênan berê wek anîn na nê wek /hênc-/ bûbe.

Ramana pêşîn pirtûk, ansiklopediya anku amûrê fêrkirinê bû, ku berê bi pirranî bo hînbûna zimanan dihat amadekirin. Niha tenê bo pirtûkên li dor bêjeyên zimanan bi kar tê.

Werger

Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.