[go: up one dir, main page]

Xela, birçîbûn û tunebûna xwarin-vexwarinê ya herî zêde ye.

Xela wekî baweriyekê di nava civakê de dijî. Ji ber ku mirovan heya niha gelek caran di asteke bilind de tunebûna xurdemeniyê jiyane, ev tirs di binhişara wan de maye, rêçek hiştiye.

Bêjeya xela di şîretê de jî bo perwerdekirina zarokan tê bikaranîn. Tê xwastin ku zarok nirxê bidin hebûnan û rojên teng hîç jibîr nekin.

Xela, di zargotin û pêkenokên Kurdî de jî gelek cihdigire. Gotina "Xela rabû" him bi neyînî, him jî erênî tê bikaranîn.