Xeze
Xeze
| |
---|---|
Bajar, bajarê mezin û municipality of the State of Palestine | |
xze | |
Xeze li ser nexşeyê | |
Koordînat: 31°31′Bk 34°27′Rh / 31.517°Bk 34.450°Rh | |
Parzemîn | Asya |
Dewlet | Dewleta Filistînê, Israeli-occupied territories, United Arab Republic, Mandaya Brîtanî ya Filistînê, Împeratoriya Osmanî, Împeratoriya Bîzansê, early Islamic period in Palestine, dewleta Memlûkan, Keyaniya Orşelîmê, Împeratoriya Romê, Israeli-occupied territories |
Li beşa îdarî | |
Paytexta |
|
Dema avabûnê | Sedsala 15an b.z. |
Îdarî | |
• Şaredar | Nizar Hijazi |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 45 km2 (17 sq mi) |
Bilindahî | 30 m (100 ft) |
Nifûs | 590.481 (2017) |
Dem | |
Malper | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Xeze an jî Bajarê Xeze (bi erebî: xze; bi îbranî: עזה) bajarê herî mezin ê di nêv Şirîta Xezeyê de dimeye û ji sala 1994an vir ve wek de jure di bin kargeriya Herêma Otonom a Filistînê de ye. Lê ew ji hezîrana sala 2007an vir ve wek de facto di bin kargeriya Hemasê de ye. Li navenda bajêr nêzî 400.000 kes dijiye, lê bi bajarên derdorên nêzik ve nifûsê xwe digêhe 1,4 mîlon kes.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Xeze yek ji bajarên dinêyê herî kevin e. Di demên dîrokî de ew bi keştîgehê xwe navenda herêmên derdorên xwe bû. Ewê heta sedsala 12an b.z. bi Misira Kevin ve girêdabû. Li wê şunda ew gelek caran hate dagir kirin û pêre desthilate xwe guherî.
Bi sedsala 6an b.z. re, di sala 609 b.z. de, bajarê Xeze dîsa kete destên Misiriyan jî çend sala pê re bi dest Babîliyan ket. Lê bi sedsaleke pê re kete destên Împeratoriya Partî. Ew ji Îskenderê Mezin şunda jî bi dest Selekuidan ket. Lê ji wê şunda girîngiya bajêrê hêlê aboriyê de her ku çû kêm bû û di sala 98an de jî ji hêla Alexander Jannaeus hat tunekirin.
Ew di dema Împeratoriya Romê şûnda hat avakirin. Ew ji Romayê şunda di destên Bîzansê de ma û bi sedsala 7an re jî bi dest misilmanan ket. Ew bi hatina xaçperest re di sala 1100î de bi dest xaçperestan ket. Ew heta ku ji hêla Selahadînê Eyûbî di sala 1170an de hat helgirtin di dest Xaçparêzan de ma. Ew pê memlûkan re heta şerê cîhanî yê yekem di dest osmaniyan de ma. Di 7ê çiriya paşîn a 1917an de ew bi dest Împeratoriya Brîtanyayê ket.
Ew li vê şunda bi Şirîta Xezê ve tev wek Mandaya Filistînê di dest Împeratoriya Brîtanî de, ta ku di sala 1948an ji hêla Misirê hat destxistin, ma. Li wê şunda ew ji xeynî dest xistina Îsraêlê di Şerê Şeş Rojan, di dest misiriyan de ma.
Îro
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Xeze îro bi Şirîta Xezeyê ve wek herêmeka Herêma Otonom a Filistînê xuya dike jî di bin kontrola Hemesê de ye. Lê ew nêzî salek e ku di bin ablûqa û êrîşên Îsraêlê de ye. Di êrîşên Îsraêlê ên 27-28ê kanûna pêşîn a 2008an de ser 300 mîrovî re hatin kuştin.