[go: up one dir, main page]

Here naverokê

Iraq

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
الجمهورية العراقية

كۆماری عێراق

Komara Iraqê
Alaya Iraqê Nîşana Iraqê
(Ala) (Nîşan)
Gotina netewî: Allahu Akbar
Sirûda netewî: Mawtini [1]
Zimanên fermî Erebî, kurdî [2]


Paytext Bexda [3]
33°20′Bk 44°26′Rh / 33.333°Bk 44.433°Rh / 33.333; 44.433
Bajarê mezin Bexda
Sîstema siyasî Komar
 - Serkomar
 - Serekwezîr
Berhem Salih
Mustafa Al-Kadhimi
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

438.317 km2
1,1
Gelhe
 - Giştî (2016)
 - Berbelavî

38.146.025 kes
71,5 kes/km2
Serxwebûn - 1 çiriya pêşîn 1919, ji Împeratoriya Osmanî.
- 3 çiriya pêşîn 1932, ji Brîtanyayê.
Dirav Dînarê îraqî
Dem UTC+3
Nîşana înternetê .iq
Koda telefonê 964

Iraq an jî Îraq[4] (bi soranî: Êraq; bi erebî: العراق al-‘Irāq) an jî Komara Iraqê (bi erebî: الجمهورية العراقية, al-Jumhūrīyat al-‘Irāqīya) navê dewleteke federal a Rojhilata Navîn e. Başûrê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê di nav sinorên Iraqê de ye.

Dîrok

Desthilata Osmaniyan

Di şerê cîhanî yê yekem de

Piştî encamdana Şerê Cîhanî yê Yekem, di navbera Împeratoriya Osmanî û dewletên Ewropî de Peymana Versailles hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê peymanê Osmanî dê serxwebûna dewletên ereb bi şerta mandatiya Fransa û Brîtanya dê qebûl bike. Jixwe Emîr Faysal 23 tebaxa 1920ê de wek keyê Iraqê hate hilbijartin. Li sala 1922yê de di Cemiyeta Netewan de ev mafên van dewletan hatin pejirandin. Bi dûçûna vê rêkeftinê Îraq û Filistîn dê di bin berpirsiyariya Brîtanyayê de, Libnan û Sûrî jî dê di bin berpirsiyariya Fransayê de be. Lê gelên herêmê ev rewş qebûl nekir.

Kurê Şerîfê Mekeyê Huseyîn; Emîr Faysal li dijî Fransayê serhildanek da destpêkirin ku Sûriyê bike di bin desthilata xwe de lê ev serhildan hate vemirandin. Piştî têkçûnê Faysal tê Iraqê. Iraq di bin hikûmraniya Brîtanî de bû û baregehên Brîtanî ji aliyê mesihiyên Sûryanî ve dihatin parastin[5]. Her wiha Brîtanî xwest ku Iraq ji layê Emîr Faysal ve bê rêvebirin. Gelek efserên iraqî jî sunî bûn û di bin perwerdehiya Jontirkan de bûn. Dîroknasê kurd Nejat Abdulla dibêje;

Li vê derê di bin mandateriya îngîlîzan de ji çiriya pêşîn a 1922yê heta 1933yê keyaniya Iraqê dike û dewletê bi rê ve dibe.

Mandata Brîtanî ya Iraqê

Mandata Brîtanî ya Iraqê an jî Mandata Brîtanî ya Mezopotamyayê di 23ê tebaxa 1921ê hatiye avakirin. Ev mandat di 3ê çiriya pêşîn a 1932an de wek Keyaniya Iraqê hatiye guhartin. Mandat yekem dewlet e ku piştî osmaniyan li Iraqê ava bûye.

Di navbera brîtanî û Melîk Feysel de, di sala 1930î de peymanek hate destnîşankirin. Bi dûçûna vê peymanê, dewleta Iraqê êdî azad dibe û dibe endamê Cemiyeta Neteweyan.[çavkanî hewce ye]

Berî şerê cîhanî yê duyem di nav dewletên ewropayî de li her derê cîhanê de micadeleyek hebû. Ji ber tirsa ketina almanan bo rojhilata navî di gulana 1941ê de Brîtanyayê cardîn Îraq dagir kir û hikûmeteke nêzî xwe ava kiriye.

Keyaniya Iraqê

 Gotara bingehîn: Keyaniya Iraqê

Keyaniya Iraqê di 3ê çiriya pêşîn a 1932an li ser desthilata Mandata Brîtanî ya Iraqê hatiye îlankirin û di 14ê tîrmeha 1958an de şoreş li Iraqê pêk hat. Di encamê de Komara Iraqê hate damezrandin.

Di sala 1937an de kudetayeke neserketî ji aliyê general Bekîr Sidqî ve hat lidarxistin. Di encamê de Bekîr Sidqî hat kuştin.

Di sala 1955an de hikûmeta Iraqê bi armanca alîkariya berxwedanê û aboriyê bi Tirkiyeyê re Pakta Bexdayê destnîşan kir. Îran, Pakistan û Brîtanya jî tevlî vê hevpeymanê bûn.

Komara Iraqê

 Gotara bingehîn: Komara Iraqê

Komara Iraqê di 14a tîrmeha 1958an de bi rûxandina Keyaniya Iraqê hatiye avakirin. Di 17ê tîrmeha 1968an de bi avabûna Komara Iraqa Bees dawî lê hat.

Komara Iraqa Bees (17 tîrmeh 1968 - 9 nîsan 2003)

 Gotara bingehîn: Komara Iraqa Bees

Komara Iraqa Federal (9 nîsan 2003 - heta îro)

Ji bo Iraqa Federal 8ê adara 2004ê Makezagona Demkî ya Rêvebirinê hate îlamkirin. 8ê hezîrana 2004an jî Neteweyên Yekbûyî ev makezagon pejirand.

Erdnîgarî

Parêzgehên Iraqê

Ziman

Dîn

95% - 98% ji niştecihên Iraqê misilman (64% - 69% şiî û 29% - 34% sunî) in. 1% jî mesihî û 1-4% yên din e.[6]

Mijarên têkildar

Çavkanî

  1. ^ Sirûda neteweyî ya kurdan Ey Reqîb e
  2. ^ Zimanê fermî li Kurdistanê kurdî ye wek asûrî, turkmenî û ermenî
  3. ^ Serbajarê Başûrê Kurdistanê Hewlêr e
  4. ^ Rojnameya Evro, Dihok; rojnameya War, Dihok.
  5. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta-2008, r:145
  6. ^ "The World Factbook: RELIGIONS; Country Comparison to the World". cia.gov. Ji orîjînalê di 1 îlon 2018 de hat arşîvkirin.

Girêdanên derve

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Iraq de hene