[go: up one dir, main page]

Here naverokê

Iraq

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
الجمهورية العراقية

كۆماری عێراق

Komara Iraqê
Alaya Iraqê Nîşana Iraqê
(Ala) (Nîşan)
Gotina netewî: Allahu Akbar
Sirûda netewî: Mawtini [1]
Zimanên fermî Erebî, kurdî [2]


Paytext Bexda [3]
33°20′Bk 44°26′Rh / 33.333°Bk 44.433°Rh / 33.333; 44.433
Bajarê mezin Bexda
Sîstema siyasî Komar
 - Serkomar
 - Serekwezîr
Berhem Salih
Mustafa Al-Kadhimi
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

438.317 km2
1,1
Gelhe
 - Giştî (2016)
 - Berbelavî

38.146.025 kes
71,5 kes/km2
Serxwebûn - 1 çiriya pêşîn 1919, ji Împeratoriya Osmanî.
- 3 çiriya pêşîn 1932, ji Brîtanyayê.
Dirav Dînarê îraqî
Dem UTC+3
Nîşana înternetê .iq
Koda telefonê 964

Iraq an jî Îraq[4] (bi soranî: Êraq; bi erebî: العراق al-‘Irāq) an jî Komara Iraqê (bi erebî: الجمهورية العراقية, al-Jumhūrīyat al-‘Irāqīya) navê dewleteke federal a Rojhilata Navîn e. Başûrê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê di nav sinorên Iraqê de ye.

Dîrok

Desthilata Osmaniyan

Di şerê cîhanî yê yekem de

Piştî encamdana Şerê Cîhanî yê Yekem, di navbera Împeratoriya Osmanî û dewletên Ewropî de Peymana Versailles hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê peymanê Osmanî dê serxwebûna dewletên ereb bi şerta mandatiya Fransa û Brîtanya dê qebûl bike. Jixwe Emîr Faysal 23 tebaxa 1920ê de wek keyê Iraqê hate hilbijartin. Li sala 1922yê de di Cemiyeta Netewan de ev mafên van dewletan hatin pejirandin. Bi dûçûna vê rêkeftinê Îraq û Filistîn dê di bin berpirsiyariya Brîtanyayê de, Libnan û Sûrî jî dê di bin berpirsiyariya Fransayê de be. Lê gelên herêmê ev rewş qebûl nekir.

Kurê Şerîfê Mekeyê Huseyîn; Emîr Faysal li dijî Fransayê serhildanek da destpêkirin ku Sûriyê bike di bin desthilata xwe de lê ev serhildan hate vemirandin. Piştî têkçûnê Faysal tê Iraqê. Iraq di bin hikûmraniya Brîtanî de bû û baregehên Brîtanî ji aliyê mesihiyên Sûryanî ve dihatin parastin[5]. Her wiha Brîtanî xwest ku Iraq ji layê Emîr Faysal ve bê rêvebirin. Gelek efserên iraqî jî sunî bûn û di bin perwerdehiya Jontirkan de bûn. Dîroknasê kurd Nejat Abdulla dibêje;

Li vê derê di bin mandateriya îngîlîzan de ji çiriya pêşîn a 1922yê heta 1933yê keyaniya Iraqê dike û dewletê bi rê ve dibe.

Mandateriya Iraqê (23 tebax 1921 - 3 çiriya pêşîn 1932)

 Gotara bingehîn: Mandateriya Iraqê

Di navbera brîtanî û Melîk Feysel de, di sala 1930î de peymanek hate destnîşankirin. Bi dûçûna vê peymanê, dewleta Iraqê êdî azad dibe û dibe endamê Cemiyeta Neteweyan.[çavkanî hewce ye]

Berî şerê cîhanî yê duyem di nav dewletên ewropayî de li her derê cîhanê de micadeleyek hebû. Ji ber tirsa ketina almanan bo rojhilata navî di gulana 1941ê de Brîtanyayê cardîn Îraq dagir kir û hikûmeteke nêzî xwe ava kir. Li sala 1955ê de hikûmeta Îraqê bi armanca alîkariya berxwedanê û aboriyê bi Tirkiyeyê re Pakta Bexdayê destnîşan kir. Îran, Pakistan û Brîtanya jî tevlî vê hevpeymanê bûn.

Keyaniya Iraqê (3 çiriya pêşîn 1932 - 14 tîrmeh 1958)

 Gotara bingehîn: Keyaniya Iraqê

Keyaniya Iraqê li sala 1932yê li ser desthilata Mandateriya Iraqê hate îlam kirin û li sala 1958ê şoreş li Iraqê pêk hat. Di encamê de Komara Iraqê hate damezrandin.

Komara Iraqê (14 tîrmeh 1958 - 17 tîrmeh 1968)

 Gotara bingehîn: Komara Iraqê

Komara Iraqê li sala 1958ê bi rûxandina Keyaniya Iraqê hate ava kirin. Li sala 1968ê bi avabûna Komara Iraqa Bees dawî lê hat.

Komara Iraqa Bees (17 tîrmeh 1968 - 9 nîsan 2003)

 Gotara bingehîn: Komara Iraqa Bees

Komara Iraqa Federal (9 nîsan 2003 - heta îro)

Ji bo Iraqa Federal 8ê adara 2004ê Makezagona Demkî ya Rêvebirinê hate îlamkirin. 8ê hezîrana 2004ê jî Neteweyên Yekbûyî ev makezagon pejirand.

Erdnîgarî

Parêzgehên Iraqê

Ziman

Dîn

95% - 98% ji niştecihên Iraqê misilman (64% - 69% şiî û 29% - 34% sunî) in. 1% jî mesihî û 1-4% yên din e.[6]

Mijarên têkildar

Çavkanî

  1. ^ Sirûda neteweyî ya kurdan Ey Reqîb e
  2. ^ Zimanê fermî li Kurdistanê kurdî ye wek asûrî, turkmenî û ermenî
  3. ^ Serbajarê Başûrê Kurdistanê Hewlêr e
  4. ^ Rojnameya Evro, Dihok; rojnameya War, Dihok.
  5. ^ İmparatorluk, Sınır ve Aşiret, Nejat Abdulla, Weşanên Avesta-2008, r:145
  6. ^ "The World Factbook: RELIGIONS; Country Comparison to the World". cia.gov. Ji orîjînalê di 1 îlon 2018 de hat arşîvkirin.

Girêdanên derve

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Iraq de hene