bongî
Xuyakirin
Bilêvkirin
[biguhêre]Navdêr
[biguhêre]Zayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | bongî | bongî |
Îzafe | bongiya | bongiyên |
Çemandî | bongiyê | bongiyan |
Nîşandera çemandî | wê bongiyê | wan bongiyan |
Bangkirin | bongiyê | bongiyino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | bongiyek | bongiyin |
Îzafe | bongiyeke | bongiyine |
Çemandî | bongiyekê | bongiyinan |
bongî mê
- zengînî, maldarî, paredarî, refah, kamêranî, halxweşî, jiyarxweşî, xweşguzarî,
rewşa zengînan, zengînbûn - bereket, berdarî, zêdehî
- Rojek berê qiyametê bi wan bombeyan rakiribûn, ew çend bi têrî, toxî û bongî pêkanîbûn ku, yek jî bêyî vîna xwe (belkî jî bizanebûn) avêtibûn Stada Mezin ku ew gav kesek tê de tune bû. — (Edîb Polat, Birîna Pervîn Buldan û gaza ji Brezîlya! [arşîv], diyarname.com, 26.07.2012)
- Şewloyê Mekso bi kerbeke mezin xwend. Ev reşbelek çi bi bongî hati bû nivîsandin. Canê Şewlo ji nişka ve ricifî. — (Dilawerê ZENGÎ, Qedrî can (1911-1972) Çîrok, gotar, helbest û werguhêz [arşîv], Çapxaneya Emîral, Beyrît- Libnan, 2005, r. 45)
- Bi awayekî din mirov dikare bibêje, xwediyê kedê di nav xizan û birçîtiyê de dijîn, keslan û kedxurên dinê jî di nav bongî û bitiriyê de digevizin. — (Rojnameya Agirî, Pirsgirêkên Mirovahiyê, Adar Jiyan, hj. 97, 15.10.2008, r. 9)
Herwiha
[biguhêre]Dijmane
[biguhêre]Etîmolojî
[biguhêre]- Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.
Werger
[biguhêre]- Almanî: Reichtum → de m, Wohlstand → de m
- Danmarkî: rigdom
- Esperantoyî: riĉeco, lukseco, fekundeco
- Farisî: ثروت → fa, غنا → fa, آبادی → fa
- Fînî: rikkaus → fi, vauraus → fi
- Fransî: richesse → fr
- Frîsî: rykdom, rikens
- Holendî: rijkdom → nl, luxe → nl, vruchtbaarheid → nl, weligheid → nl
- Îbranî: רְכושׁ → he, שָׁמָן → he, עֹשֶׁר → he
- Îngilîzî: richness → en, wealth → en, affluence → en, fortune → en, luxury → en, fecundicity → en, fertility → en, opulence → en, prosperity → en, opulencecy → en, ?haughtiness → en
- Îtalî: ricchezza → it
- Papyamentoyî: rikesa, fertilidat
- Portugalî: riqueza → pt, luxo → pt
- Rusî: богатство → ru (bogatstvo)
- Spanî: riqueza → es, abundancia → es
- Swêdî: rikedom → sv
- Tirkî: zenginlik → tr, gına → tr, gönçlük → tr, variyet → tr, varlık → tr, varlıklılık → tr, varsıllık → tr