Zimanê latînî
(Ji Zimanê Latînî hat beralîkirin)
Latînî an jî zimanê latînî (bi latînî: Lingua latina) navê zimanekî îtalîk ê malbata zimanên hind û ewropî ye, wek zimanên oskî, ûmbrî û sabînî. Latînî zimanê fermî ya Împeratoriya Romayê bûye, lê îro bi tenê li Vatîkanê dimîne wekî zimanê fermî. Zimanekî mirî ye, anku zimanê bav û kalên tukesî nîne.
Latînî herwekî zimanê ayînî yê mesîhiyên katolîk û zanistê bûye. Heta îro dabeşbûna zanistî ya botanîk û zoolojîk (taksonomî) bi zimanê latînî ye.
Binêre herwiha
biguhêreGirêdanên derve
biguhêre Wîkîferheng: latînî – Mane, etîmolojî, werger û bêhtir
Wîkîpediya bi Latînî