Richard E. Taylor
Richard E. Taylor | |
---|---|
biguhêre |
Richard E. Taylor, (jdb. 2ê çiriya paşîn a 1929an li Medicine Hat, Alberta) fîzîknasekî navdar ê Kanadayî ye, sala 1990 guncavê Xelata Nobel a fîzîkê hatiye dîtin.
Jiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Taylor perwerdeya xwe ya fîzîkê li Zanîngeha Alberta, li bajarê Edmonton dîtiye. Sala 1952 masteriyê dike û heman salê diçe Stanford bo perwerdeya bilind. Ji sala 1954 heya 1958 li wir di labora Fîzîka Energiyên Mezin de dixebite. Ji sala 1958 heya 1961 li Fransa di lêkolînên bilezkirina lînearan de dixebite li Orsay. Sala 1962 dîsa vedigere Stanford.
1961 Taylor wekî zanyarekî di Lawrence Berkeley National Laboratory li Berkeley kar dike, sala 1962 li Satnford berpirsiyariya avakirina laboratûara lînearanStanford Linear Accelerator Center digire. 1968 li fakûlteyê ye dîsa. 1971 heya 1972 li Genewa ya Swîsreyê di projekta CERNê de kar dike.
1981 diçe Hamburg. Heya sala 1989 ew li CERNê berdevkê LEP e.
Di nava salên 1982–87 de, gerînendeyê beşa lêkolînan a SLACê ye ku girêdayê Akademiya zanistan a DYA û Royal Society of Canada ye herwiha doktorê rûmetê yê zanîgehên Parîs, Edmonton, Calgary û Lethbridge e. 1990 Taylor bi tevî Jerome I. Friedman û Henry W. Kendall guncavê Xelata Nobel a fîzîkê tê dîtin ku ji ber xebatên wî yên li ser rohnîkirina protonan bû.
Xebat û girîngî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Taylor yek ji giregirên fîzîka dendikê û fîzîka parçeyab bû li SLAC. Ew berê li ser tîndana elektron û protonan rawestiya. Herwiha li ser elastîkî û neelastîkiya weşana wan. Piştre strûktûra elektron û protonan rohnî kir. Bandora wî li ser teoriyên li qûarkan gelek e.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Nobelwergirê Kanadayî Girêdana arşîvê 2001-02-21 li ser Wayback Machine
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |