Marînan
Marînan | |
---|---|
Doluca | |
Koordînat: 38°01′01″Bk 41°11′08″Rh / 38.0169°Bk 41.1856°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Batman |
Navçe | Êlih |
Nahiye | Êlih (navend) |
Nifûs (2012) | 444[1] |
Koda postayê | 72000 |
Koda telefonê | (+90) 488 |
biguhêre |
Mêrîna (bi tirkî: Doluca), gundekî bi ser Êliha Batmanê ve ye.
Gelhenasî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di hin çavkaniyan de wek Marînan hatiye, lê navê xwe Mêrîna ye. Şênîyên xwe, ji eşîra Reşkotan, ji bavikê Mala Xalo ne. Berê ajal jî xwedî dikirin, lê di salên dawîn de zêdetir bi çandinîyê ve mijul in. Qismek ji wan li navenda Batmanê dimînin û di dawiyê hefteyan û havînê de diçin ser zeviyên xwe. Brûka ku li hemberî Mêrîna ye, wek mezirka Mêrîna tê hesibandin. Lê nîsbet Mêrîna zêdetir mal û şênî hene li Brûka. Gundê Mêrîna nêzîkî 3 kîlometer dûr e ji rêya Batman û Uçyolê û dîsa nêzîkê 3 kîlometer dûr e ji rêya hesinî ya Batman û Misircê. Erdê li gundî bejî û avî ne. Piştî bendava Batmanê av li herêmê gerand, hin mexerên Mêrîna jî ketine ber ku zêdetir garis û pembû lê diçînin. Li bakurê Mêrîna gundê Şerbetko, li bakurê rojhilatê gundê Xîlikan, li rojhilat gundê Dirbêsa, li başur gundê Brûka û li başurê rojava gundê Gurgure heye. Ji ber gundî Newala Mêrîna dest pê dike û heya rêya Batman û Uçyolê ku li benda çemê Batmanê ye dewam dike. Berê aveka boş hebû di newalê de û aşekî mezin ê di Newala Mêrîna de li aliyê çêm digerand.
Zimanê şêniyên Mêrînayê Kurmancî ye. Sunî ne û ji mezhebê Şafî ne. Edetên Êzdatiyê wek hemû herêma Reşkotan li gundî jî hene. Di şîn û şahiyên xwe de li ser çanda xwe ne.
Sal | Gelhe[2] |
---|---|
2012 | 444 |
2000 | 568 |
1990 | 636 |
1985 | - |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ tuik, 2012[girêdan daimî miriye]
- ^ Yerelnet, Doluca, ji orîjînalê di 5 hezîran 2015 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 19 tebax 2016
Ev gotara têkildarî erdnîgariya Kurdistanê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |