Cher
Jidayikbûn | |
---|---|
Navê jidayikbûnê |
Cherilyn Sarkisian |
Nasnav |
Cher, Bonnie Joe Mason, Cheryl LaPiere, Cherilyn Sarkisan La Piere, Cher Bono, Bono Allman |
Hevwelatî | |
Perwerde | |
Pîşe | |
Salên çalak |
Dp. |
Bav |
John Sarkisian (d) |
Dê |
Georgia Holt (en) |
Beau-parent |
John Southall (d) |
Xwişk û bira |
Georganne LaPiere (en) |
Hevjîn | |
Zarok | |
Partiya siyasî | |
Endama | |
Tessiture | |
Labels | |
Partenaires commerciaux | |
Şêweyên hunerê |
Pop rock (en), house music (en), Dîsko, Muzîka rock, muzîka dansê, muzîka gelêrî (en), folk rock (en) |
Malper | |
Xelat | Lîsteya berfireh Golden Globe Award for Best Television Series – Musical or Comedy () Golden Globe Award for Best Supporting Actress – Motion Picture () Hasty Pudding Woman of the Year (en) () Darqespa zêrîn () Academy Award for Best Actress (en) () Golden Globe Award for Best Actress – Musical or Comedy (en) () GLAAD Vanguard Award (en) () Grammy () Primetime Emmy Award () Kennedy Center Honors (en) () Rock and Roll Hall of Fame (en) () |
Fîlmên navdar | |
Dîskografî |
Cher discography (en) |
Cher (jdb. 20ê gulana 1946an wek Cherilyn Sarkisian li El Centro, California) stranbêj, strannivîs û lîstikvanek amerîkî ye.
Bi xuyabûn û xebata xwe ya di muzîk, fîlm û televîzyonê de û hem jî di modayê de, ew bûye îkonek çanda pop. Lewra pir caran ji hêla medyayê ve wekî "Xwedawenda Pop" hatiye binav kirin[1] ew wekî xweseriya jinê di pîşesaziyek serdest a mêr de tê binav kirin. Wê bi berdewamî hem muzîka xwe û hem jî îmaja xwe ji nû ve îcad kir. Ji folk bigire heya muzîka dîsko û rock heya elektropop, Cher di heyama kariyera xwe de berê xwe daye cûrbecûr şêwazên muzîkê.
Ew wekî beşa jin a duo Sonny and Cher bi strana sala 1965an I Got You Babe derket pêş. Di heman demê de, wê dest bi kariyera solo ya stranbêjiyê kir. Ji sala 1971an pê ve wê pêşandana bernameya televîzyonê The Sonny and Cher Comedy Hour kir û populerbûna xwe zêde kir. Ji bo vê yekê ew bi Sonny Bono re li Hollywood Walk of Fame di sala 1999an de bû xwediyê stêrkek. Di salên 1980î de wê li Broadway wekî lîstikvan dest bi kariyera xwe ya duyemîn kir. Piştî ku ji bo rolên xwe yên fîlmê di Silkwood û The Mask de pesnê rexnegiran wergirt, wê di sala 1988an de xelata Oscarê ji bo Lîstikvana Herî Baş ji bo Moonstruck wergirt. Wê bi dehsalan şêwazan diyar kir, şeş caran kete bergê Vogue û ji ber bandora xwe ya li ser cîhana modayê di sala 1999an de Xelata Oscarê ya Moda wergirt. Li gorî Pirtûka Rekoran a Guinnessê ya sala 2007an, gera wê ya xatirxwestinê, ku ji 2002an heya 2005an dom kir, gera herî serfiraz a hunermendek solo bû heya roja îro.
Bavê Cher, John Sarkisian, zarokê saxmayên komkujiya ermenî bû, yên ku di salên qirkirina ermeniyan de reviyabûn DYAyê.
Fîlm
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sal | Sernav | Role |
---|---|---|
1965 | Wild on the Beach | Herself |
1967 | Good Times | Herself |
1969 | Chastity | Chastity |
1982 | Come Back to the Five and Dime, Jimmy Dean, Jimmy Dean | Sissy |
1983 | Silkwood | Dolly Pelliker |
1985 | Mask | Rusty Dennis |
1987 | Suspect | Kathleen Riley |
1987 | The Witches of Eastwick | Alexandra Medford |
1987 | Moonstruck | Loretta Castorini |
1990 | Mermaids | Rachel Flax |
1992 | The Player | Herself |
1994 | Ready to Wear (Prêt-à-Porter) | Herself |
1996 | Faithful | Margaret |
1999 | Tea with Mussolini | Elsa Strauss |
2003 | Stuck on You | Herself |
2010 | Burlesque | Tess |
2011 | Zookeeper | Janet the Lioness (voice) |
2018 | Mamma Mia! Here We Go Again | Ruby Sheridan |
2020 | Bobbleheads: The Movie | Herself (voice) |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "What You Should Know About the Goddess of Pop, Cher | Billboard Music Awards". web.archive.org. 6 tîrmeh 2017. Ji orîjînalê di 6 tîrmeh 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 kanûna paşîn 2023.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Li Wikimedia Commons medyayên di warê Cher de hene