şîp
Xuyakirin
Navdêr
[biguhêre]Zayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | şîp | şîp |
Îzafe | şîpa | şîpên |
Çemandî | şîpê | şîpan |
Nîşandera çemandî | wê şîpê | wan şîpan |
Bangkirin | şîpê | şîpino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | şîpek | şîpin |
Îzafe | şîpeke | şîpine |
Çemandî | şîpekê | şîpinan |
şîp mê
- herikîna avê ya bi hêz ya di deryayan û oqyanûsan de
- (Nimûneyekê bide) (biguhêre)
- Xêza herî zirav ya ava ji ciyekî bilind serberjêr diçe re dibêjin şîp
- (Nimûneyekê bide) (biguhêre)
- Ba yan jî firtoneyek xurt ku di rê û qorîdorek teng yan jî ne fire de diçe
- Do bi şev firtone rabû, hemû erdên gundê me ket ber şîpa firtonê. Garisên hişk bibûn û çend roj mabu ji bo çinîna wan hemû şikestin û li erdê rast bûn. Li gundê Şemka hinek erd ketin ber şîpê. Li zeviyê hinek kesan nêviyê garis ketibû erdê, garis li ser erdê bibûn wek kulav û nêviyê din li ser niga mabû.
- robar, ro, herik, çemik, co, cok, çemên biçûk
- (Nimûneyekê bide) (biguhêre)
Herwiha
[biguhêre]Ji wêjeyê
[biguhêre]- evîna min germ bû
û dilê min ji te hez kir
dibijiya bêhna te... hilma te...
min dizanî ku evîna te
ava şîpê ye
dê min li ber xwe bibe...
lê nizanim ji bo çi
mame hêsîra du çavên te. — (Wecîha Ebdilrehman: Ya ku min nizanîbû, Rojava.com, 5/2007) - şîpên deryayê (deniz akıntıları, courants marins, Meeresströmungen, ocean currents): Li hin derên deryayê av ji cihekî ber bi cihekî din diherike, cih diguhere. Ji vê herikîna avê ya bi hêz re şîp tê gotin. Sedemên herikîna avê ba, pêl û hilatin û dahatin in.....Li oqyanûsan hin şîp hene ku dirêjahîya wan digihêje hezar heta 10 hezar km.yan. Sedema sereke ya çêbûna van şîpan bayên herdemî ne.... Ev şîp li peravên Brezîlyayê dibe du şax. Şaxa ku ber bi bakur diçe, derbasî Deryaya Qarayîbê dibe û ji wir jî dihare Delava Meksîkayê. Ji vir pê ve navê vê şîpê Gulf Stream (şîpa delavê) e. — (TEVGERÊN DERYAYÊ Denizin hareketleri, Les mouvements de la mer, Die Bewegungen des Meeres, Movements of the waters: http://reocities.com/Athens/column/2747/Erdnigari/erdnigari4.htm)
- Kesê ku dabe kaşekê divê bizanibe bê şîp çiye?Heke li cihekê kaş, evraz hebe nişîva wê, sernişîva wê, serjêra wê, berjêra wê jî heye.Xwiyaye ku Şîp ji nişîvê tê.Lê her nişîv nabe şîp.Şîp ava ku ji jor ve tê re tê gotin.Li hinek deveran ji pêlên çeman yê şidyayî(tund) re dibêjin şîp.Deverên asê û çiya de sûlavên ku ji baniyan tên xarê pir in.Di nav van sûlavan de xêza herî zirav û serberjêr re dibêjin şîp.Ev şîp beyî ku bîra êş were çêkirin dikariya aşî bigerîne.jiber ku av zirav, şidyayî tê xar û rasterast li bangerê aşî dikeve — (ŞÎP, Muhsin Şkakî: http://muhsinsikaki.blogspot.com/2011/08/sip-ferhenga-ciya-kese-ku-dabe-kaseke.html)
Etîmolojî
[biguhêre]- Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.
Werger
[biguhêre]- Almanî: Lauf → de m, Wasserfall → de m
- Erebî: ?شلال
- Farisî: آستانه در, جوی آب, کانال آب, یوزپلنگ → fa
- Îngilîzî: current → en, stream → en, drift → en, rhero-, ?flowage → en, ?fluxion → en, ?impassable waters, ?mainstream → en, ?snowcrash, ?waters → en
- Tirkî: akıntı → tr, su akıntısı, akak → tr, çağlar → tr, doğrultu → tr, gürlek → tr, harlak → tr, panter → tr, sırım → tr, şelâle, çağlıyan, eşik taşı, pars → tr