Zimanê ermenî
Zimanê ermenî (ermenî Հայերեն լեզու, Hajeren lesu) şaxeke hind û ewropî yê ku yekser zimanê ermenî tenê pêk tîneye.
Ermenî | ||
---|---|---|
Hayeren lesu (Հայերէն) | ||
Welatên lê tê axaftin | Ermenistan Nagorno Qerebax Rûsya Tirkiye Fransa DYA | |
Axiverên zimanê zikmakî | 6,7 mîlyon | |
Malbata zimanî | Zimanên hind û ewropî
| |
Awayên kevn | ||
Rewşa fermî | ||
Welatên lê zimanê fermî ye | Ermenistan Şablon:Daneyên welat Komara Artsax | |
Cihê lê zimanê kêmnetewe | Kîpros Polonya Romanya | |
Sazkerên zimên | Akademiya Netewî ya Zanistê ya Ermenistanê | |
Kodên zimanî | ||
ISO 639-1 | hy | |
ISO 639-2 | arm (B) | hye (T) |
ISO 639-3 | variously: hye – Ermeniya modern xcl – Ermeniya kevnar axm – Ermeniya navîn | |
Diyasporaya ermeniyan |
Nirxandinê zimanê ermenî
biguhêre- Zimanê ermeniya kevin ( Grabar jî tê navkirin), zimanê ermenî ya ku sedsala 5'an virve xwediyê belgeyên niviskî ye. Ew di lîteratûrê de û di dêrê ermeniyan de heta sedsala 19'an hate bikaranîn. .
- Zimanê ermeniya rojhilat (Արևելյան հայերեն, Areweljan Hajeren), zimanê ermenî ya ku niha zimanê fermiyê Ermenistan û Komara Qerebaxa Çiyayî ye, ji hêlê hindikeyên ermeniyên li Îran, Gurcistan, Rûsyayê têye bikaranîn.
- Zimanê ermeniya rojava (Արևմտեան հայերէն, Arewmtjan Hajeren), zimanê ermenî ya ku li Anatolyayê dihat bikaranîn û bi Komkujiya Ermeniyan ve li diyasporaya ermeniyan, li Libnan û DYA'yê têye axaftin.
Gorî hejmerên di sala 1999'an li dinê 6,7 milyon kes bi zimanê ermenî diaxiveye û li wan 3 milyon li Ermenistanê ne.
Zimanê ermenî ji hêlê peyvan ve zimanê yewnanî ve li hev tên û ji hêlê rêzimaniyê jî bi yewnanî ve li hev tên. Dîsa ji zimanên îranî weke partî, farisiya navîn û farisî û ji fransî, latînî û rûsî jî pir peyv standine.
Alfabeya ermenî
biguhêreZimanê ermenî bi alfabeya ermenî tê nivîsîn. Alfabeya ermenî di sedsala 5'an de ji hêla keşeyekî bi navê Mesrop Maştoz hatiye afirandiye. Ew ji 39 tîpan (orijînala xwe de 36) pêk tê.
Girêdanên derve
biguhêreWîkîpediya bi ermenî
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |