Zebûr
Zebûr pirtûkeke Peymana Kevin e ku tê de 150 stranên ruhanî (Zebûr) hatin berhevkirin.
73 Zebûr ji aliyê Dawid (li dor 1000 B.Z.) ve hatin nivîsandin.
Navên nivîskarên din ên naskirî ev in:
- Asaf (12 Zebûr)
- Kurên Korax (10 Zebûr)
- Mûsa (1 Zebûr)
- Silêman (1 Zebûr)
- Heman (1 Zebûr)
- Etan (1 Zebûr)
51 Zebûr bê navê nivîskar hene.
Zebûra herî kevin Zebûra 90 e, nivîskarê wê Mûsa ye.
Zebûrên herî nû Zebûra 126 û 137 in (li dor 500 B.Z.).
Li gor dabaşên wan çend cûreyên Zebûran hene:
- Zebûrên ku pesnê Xwedê didin, an jê re şikir didin
- Zebûrên tobekirinê (mirov di wan de ji Xwedê afûbûna gunehan dixwaze)
- Zebûrên hîndariyê
- Zebûrên dîrokî (ji bo karên Xwedê yên dîrokî pesnê wî didin)
- Zebûrên ji bo padîşah
- Zebûrên ji bo cejnan
Zebûra 23 belkî ya herî bi nav û deng e:
Zebûra Dawid
1 Xudan şivanê min e,
Tiştek ji min kêm nabe.
2 Ew min li nav mêrga nû dide mexel,
Û li ber ava rihet rêve dibe.
3 Ew dilê min nû dike,
Û di ber navê xwe de, di riya rast de rêberiya min dike.
4 Erê, ez di geliyê siha mirinê de bigerim jî,
Ez ji xerabiyê natirsim, çimkî tu bi min re yî.
Gopal û şivdarê te, dilgeşiyê didin min.
5 Li pêş dijminên min, tu sifrê datînî ber min.
Tu dohn li serê min didî.
Fincana min tije ye, ser re tavêje.
6 Erê, di hemû rojên jiyana min de
Qencî û kerem wê hevaltiya min bikin
Û di hemû rojan de ezê di mala Xudan de rûnim.
Girêdanên derve
biguhêreEv gotara têkildarî Îslamê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |